Zanînageha Rojava di sala 2016‘an li Rojava- bakurê Sûryayê li bajarê Qamişlo, hat damezrandin. Armanc jê pêkanîna pêwîstiyên herêmê ji hêla cîbicîkirina kêrhatinên zanistî û akademisyenên pispor ve.  Derfeteke ji xwendekarên Rojava û bakurê Sûryayê re ku xwendina xwe temam bikin. Xwendekarên ku bi sedem şerê ku Sûriyeyê jiyan dike, xwendina xwe berdewam nekirin. Zanîngeh li ser bingeha Neteweya Demokratîk, azadiya jinê, civaka ekolojîk û çêkirina têkiliyên hezkirin û rêzgirtinê di navbera pêkhateyan de hatiye avakirin.